Hewlêr (Rûdaw) – Biryare îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elysee ya Parîsê hevdîtinekê pêk bînin. Rojev rewşa herêmê û Iraqê, herwiha peywendiyên Hewlêr û Bexdayê ye.
Li gorî bernameya ku di malpera Serokatiya Fransayê de hatiye belavkirin, Serokê Fransayê Macron dê îro Şemiyê (02-12-2017) li Koşka Elyseeyê li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bicive û paşî derbarê hevdîtinê de dê daxuyaniyek were weşandin.
Êvara roja Înê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandeke pilebilind a Kurdistanê, li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmaneul Macron gihîşte Parîs a paytexta Fransayê.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di şandê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fuad Hisên û Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Herêmê Sefîn Dizeyî jî cih digirin.
Derbarê armanca serdanê de, Sefin Dizeyî ji Rûdawê re ragihand: “Fransa ji bilî wê yekê ku Endama Daîmî ya Encumena Asayişê ye, li Yekîtiya Ewropayê pêgeheke wê ya taybet heye. Ji bilî van tiştan, li derve siyaseteke bihêz a Fransayê heye, lewma di peywendiyên berê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê de dikare rola nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê bibîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê, zemînê baş bike.”
Li ser mijarên civînê jî Dizeyî diyar kir: “Ew mijarên ku ji bo herdû aliyan cihê giringiyê ne, ev in; rewşa herêmê bi giştî, rewşa Iraqê ku ber bi hilbijartinan diçe, peywendiyên navbera Hewlêr û Parîsê. Dosyeya ewlehiyê jî yek ji wan mijaran e ku emê gotûbêj bikin, ku Fransa yek ji wan hêzan bû piştgiriya hêzên Pêşmerge kir di şerê li dijî terorê de.”
Fransa yek ji welatên giring ên Yekîtiya Ewropayê ye û herwiha Fransa yek ji pênc endamên herdemî yê Encûmena Asayişa Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve ye, ku biryar û nêrînênên wan li ser asta civaka navdewletî giring in û hesab ji wan re tê kirin.
Di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê pêwendiyên dîrokî hene. Bi pêşniyara Fransayê, Encûmena Asayişa Navdewletî di sala 1991ê de biryara 688 a derbarê çêkirina herêma dijefirînê û parastina xelkê Herêma Kurdistanê derxsit.
Di sala 2014ê de, di dema şerê li dijî DAIŞê de, Fransa bi awayekê berdewam alîkar û piştevanê Hewlêrê û hêzên Pêşmerge bû û di çarçoveya wê piştgiriyê de, serokê berê yê Fransayê François Hollande weke yekemîn serokdewlet, serdana Kurdistanê kir û li Hewlêrê bi serokê wê demê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk anî.
Holland herwiha careke din di sala 2016ê de serdana Herêma Kurdistanê kir û ji nêzîk ve serdana çeperên Hêzên Pêşmerge jî kir.
Piştî ku Emmanuel Macron di meha Gulan a îsal de weke serokê Fransayê hat hilbijartin, pêwendiyên navbera Hewlêr û Parîsê her weke berê bihêz man û heta Macron weke yekemîn serokdewlet bi fermî daxwaza çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û gotûbêjan kir.
Koşka Elyseeyê amadeyiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê nîşan daye.
Herwiha Macron piştî refranduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ku di 25ê Îlona îsal de hat encamdan, Macron di pêwendiyên telefonî yên cuda yên li gel rayedarên Iraqê û Herêma Kurdistanê de nîgeraniya xwe li hember aloziyên navbera her du aliyan anîbû ziman.
Macron tekezî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê jî bi rêyên aştiyane û danûstandinan kiriye.
Meha bihorî jî Serokê Fransayê di nameyekê de bo Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihandibû: “Em piştevanî li mafên xelkê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de dikin.”
Her di heman nameyê de Macron cardin tekezî li ser helwesta Parîsê ji bo çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya gotûbêjeke aştiyane kiribû.
(N.S)