• Sîasî
  • Aborî
  • Civak
  • Dîrok
  • Çandî
KurdArm.info
  • Sibat 20, 2019
  • krdKurdish
  • hyՀայերեն
KurdArm.info
  • Sîasî
  • Aborî
  • Civak
  • Dîrok
  • Çandî

Hewlêr vê projeyê qebûl nekin

Mijdar 5, 2017 Aborî, Sereke

Hewlêr vê projeyê qebûl nekin

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê derbarê reşnivîsa projeya bûdceya Iraqê ya sala 2018ê daxuyaniyek belav kir û ragihand, ev proje bêyî beşdarbûna Herêma Kurdistanêhatiye amadekirin, armanca wê hilweşandina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye û derveyî yasayên federalî birêvebirina darayî ye.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê îro Yekşemê 5-11-2017 daxuyaniyek belav kir û bi 4 xalan binpêkirina destûrî ya reşnivîsa bûdceya 2018ê ya Iraqê ron kir.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, ku ev reşnivîs bêyî beşdarbûna Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve bi yekalî hatiye nivîdandin û daxwaz kir, ku hikûmeta Iraqê bi wî awayî projeyê qebûl neke.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku bi vî awayî amadekirina reşnivîsa bûdceyê berovajiyê yasaya rêvebirina darayî ya jimare 95 a sala 2014ê û madeyên 105, 106 û 121 e, ku beşdarbûna Herêma Kurdistanê ya di amadekirina projeya bûdceyê de garantî dike.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê kêmkirina bûdceya Herêma Kurdistanê weke “cezakirina bi kom a gelê Herêma Kurdistanê” bi nav kir û eşkere kir, ku para ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin, ti sûdekê nagihîne hemwelatiyan.

Di gelek cihên reşnivîsa bûdceya Iraqê de navê hikûmeta Herêma Kurdistanê weke “hikûmeta parêzgehan” hatiye nivîsandin. Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê da xuyakirin, ku ev binavkirin li dijî madeyên 117 û 121 ên Destûra Iraqê ne, ku Herêma Kurdistan weke herêmeke federal hatiye naskirin, xwedan desthilatên yasadanîn, cîbicîkirin û dadweriyê ye.

Kêmkirina bûdceya Herêma Kurdistanê ji sedî 17 ji bo ji sedî 12.67 jî xalekê din e ku Civata Wezîran di daxuyaniya xwe de amaje pê dike û dibêje: “Ti bingeheke destûrî ya kêmkirina para bûdceya Herêma Kurdistanê nîne û ev yek li derveyî rêkeftina hevbeş e.”

Daxuyanî balê dikişe ser wê yekê, ku di demekê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ji bo pêdana meaşên karmend, fermanber û meaşxurên Kurdistanê destpêşxeriyek eşkere kiriye lê di reşnivîsê de hejmara meaşxurên Herêma Kurdistanê  weke, 682 hezar û 21 kes hatiye destinîşankirin û ji bo meaşê heyvane ya wan jî tenê 206 milyar dînar hatiye terxan kiirn. Herwiha tenê 128 milyar dînar jî ji bo meaşê çavdêriya civakî, malnişîn, malbatên şehîdan û kêmendaman û herwiha sûdmendên çavdêriya civakî hatiye terxankirin, ku ev jî bi giştî dike 334 milyar dînar.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê dide zanîn, ku li Herêma Kurdistanê milyonek û 249 hezar û 481 meaixur hene û meaşê wan ê mehekê jî dike 897 milyar û 500 milyon dînar.

Di daxuyaniya xwe de Civata Wezîran daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike da ku ji bo bi hevre amadekirina reşnivîsa bûdceyê derfetekî biafrîne û xalên berovajiyê destûrê ne sererast bike û wiha dibêje:

“Ev yek li dijî berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê, bingeha şîrîkatî, bi hevre jiyana li Iraqê û dabînkirina para dadperwerî ya Herêma Kurdistanê ne. çimkî kêmkirina para Herêma Kurdistanê bi vê rêjeya mezin, cezakirina bi kom a hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ye.”

Facebook Twitter Google+ LinkedIn Pinterest
Ya din Bi hezaran keçên weke min û ji min biçûktir rûbirûyê destdirêjiyê bûn
Ya berê YNKê hilweşandina polîtburoyê gotûbêj kir

Vê mijarê

Li Amedê piştî 100 salan nanê Ermeniyan hat pehtin Civak
Nîsan 6, 2018

Li Amedê piştî 100 salan nanê Ermeniyan hat pehtin

Serokê Ermenîstanê Newroza gelê kurd pîroz kir Civak
Adar 21, 2018

Serokê Ermenîstanê Newroza gelê kurd pîroz kir

Firokexaneyên Kurdistanê bi fermî hatin vekirin Aborî
Adar 15, 2018

Firokexaneyên Kurdistanê bi fermî hatin vekirin

Nûçeyan
Li Amedê piştî 100 salan nanê Ermeniyan hat pehtin Civak

Li Amedê piştî 100 salan nanê Ermeniyan hat pehtin

Nîsan 6, 2018
Serokê Ermenîstanê Newroza gelê kurd pîroz kir Civak

Serokê Ermenîstanê Newroza gelê kurd pîroz kir

Adar 21, 2018
Firokexaneyên Kurdistanê bi fermî hatin vekirin Aborî

Firokexaneyên Kurdistanê bi fermî hatin vekirin

Adar 15, 2018
Endemê parlama Ermenîstanê daxuyanî da ser pirsgirêka Afrînê Sereke

Endemê parlama Ermenîstanê daxuyanî da ser pirsgirêka Afrînê

Çile 26, 2018
Nûnerê Putin: Kurd perçe perçe ne Sereke

Nûnerê Putin: Kurd perçe perçe ne

Kanûn 28, 2017
Nêçîrvan Barzanî û Macron li Koşka Elysee dicivin Sereke

Nêçîrvan Barzanî û Macron li Koşka Elysee dicivin

Kanûn 2, 2017
Ji Heşda Şeibî hewlên şîekirinê Aborî

Ji Heşda Şeibî hewlên şîekirinê

Mijdar 18, 2017
HSDê taxeka Reqayê radest kir Sereke

HSDê taxeka Reqayê radest kir

Mijdar 15, 2017
Ji berdevkê hevpeymaniyê daxuyaniya li ser parastina Efrînê Sîasî

Ji berdevkê hevpeymaniyê daxuyaniya li ser parastina Efrînê

Mijdar 15, 2017
Kurdistan  ji biryara xwe vegeriya, referandûm bi fermî betal bû Sereke

Kurdistan ji biryara xwe vegeriya, referandûm bi fermî betal bû

Mijdar 14, 2017
Herî girîng
Kurdistan binpêkirina mafên xwe qebûl nake

Kurdistan binpêkirina mafên xwe qebûl nake

Gelê Kurdistanê dixwaze berve serxwebûnê biçe

Gelê Kurdistanê dixwaze berve serxwebûnê biçe

Pêşmerge Kerkûk rizgar dike

Pêşmerge Kerkûk rizgar dike

  • Sîasî
  • Aborî
  • Civak
  • Dîrok
  • Çandî
© kurdarm.info 2017. All rights reserved.
Developed by VIPSTUDIO

  • krdKurdish
  • hyՀայերեն